Îmam Taşçier: Kurdî bibe zimanê fermî, Tirkiye dê pêş bikeve

Diyarbekir (K24) – Di pêvajoya çareseriya pirsa kurd de, yek ji mijarên tê nîqaşkirin jî fermîbûna zimanê kurdî ye ku hinek aliyên nijadperest dibêjin fermîbûna zimanê kurdî Tirkiyeyê lawaza dike, lê siyasetmedarên AK Partiyê jî û Dem Partiyê jî dibêjin eger zimanê kurdî bibe xwedî statu û pirsa kurd çareser bibe ev yek ji her alî ve dikare Tirkiyeyê bike welatek xurt û di qada navneteweyî de jî bandorek erênî li ser danasîna navê Tirkiyeyê dike.

Di pêvajoya çareseriya pirsa kurd de partiyên ku di Komîsyona hevgrtina Neteweyî Biratî û Demokrasiyê de cih digirin raportên xwe amade dikin û di raportan de pêşniyar û daxwazên xwe aşkere dikin. Di vê qonaxê de jî fermîbun an jî xwedîstatubuna zimanê kurdî yej ji mijarên derdikeve pêş e. Siyasetmedarên kurd balê dikêşin ku dem ali Tirkiyeyê zimanê kurdî bibe xwedî statu ev yek bo Tirkiyeyê dibe cihê serbilindiyê, demokrasiya Tirkiyeyê xurt dike û di qada navneteweyî de jî rêzdariya Tirkiyeyê zêde dike.

Parlementerê berê Îmam Taşçier ji K24ê re got: “Ji ber ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî ne fermî Tirkiye lawaz e, li Pakîstan, Hindistan, Çîn, Amerîka, Rûsya zimanê fermî zêde ne û welatên zilhêz ên cîhanî ne, ev dewlet cîhanê birêvedibin, zimanê kurdî bibe zimanê fermî dê Tirkiye pêş bikeve.”

Kurdên nav AK Partiyê jî di wê baweriyê de ne ku ew nêrînên ku dibêjin kurdî bibe xwedî statu dê Tirkiye lawaz bibe şaş in û amaje dikin ku berovajiyê vê nêzîkahiyê dema kurdî bibe xwedî statu dê çareseriya pirsa kurd hêsantir bibe û dê Tirkiye enerjiya xwe bo geşepêdanê xerç bike û bi vê yekê jî dê xurttir bibe.

Endamê AK Partiyê Yahya Kamçi dibêje: “Ev pêvajoya hanê rêya Siratil Musteqîm e, rêya rast e, wê bi ser bikeve qedexekirin û astengkirina zimanan şaş e, ez bawer im dê hemu astengî rabin, dê zimanê kurdî jî li Tirkiyeyê bibe wek zimanê tirkî û dewlemend bibe.”

Siyasetmedarên Kurd balê dikêşin ku di cîhanê de qet mînakek nîne ku dema li welatekî li gel zimanê sereke zimanek din bibe zimanê fermî ev yek bibe sedema lawazbûna wî welatî ku berovajiyê vê yekê ev yek nîşaneya pêşketina çanda demokrasiyê ye û zemîna geşepêdana aboriyê jî xurt dike.