HSD pêşwazî li êrîşên Amerîkayê dike: DAIŞ hîn jî gefeke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêşwazî li êrîşên dawî yên Amerîkayê yên li dijî veşartgehên DAIŞê kir û hişyarî da ku nabe şerê li dijî terorê were rawestandin an kêmkirin.

Piştî ku Amerîkayê operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê li Sûriyeyê pêk anî, Fermandariya Giştî ya HSDê daxuyaniyek belav kir û tê de spasiya hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku di demjimêrên dawî de binesaziya DAIŞê kirine armanc. 

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Piştevaniya asîmanî faktoreke girîng e da ku rê li ber rêxistina DAIŞê were girtin ku şaneyên xwe ji nû ve kom bike an çalakiyên xirab pêk bîne."

Fermandariya HSDê bal kişand ser metirsiya berdewam a vê Rêxistina terorist û got: "Ezmûnan îsbat kir ku nabe şerê li dijî terorê were rawestandin. DAIŞ hîn gefeke rasterast li ser ewlehî û aramiya herêmê çêdike û hewl dide ji her valahî û sistbûna ewlehiyê sûd werbigire."

Li gorî daxuyaniyê, HSDê îsal bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî (çi bi piştevaniya asmanî çi bi agahiyên îstixbaratî), bi sedan operasyon li dijî şaneyên veşartî pêk anîne. Di encamê de gelek berpirsên xeternak hatine girtin û komên wan ên çalak ji hev hatine xistin.

HSDê di dawiyê de tekez kir ku riya yekane ya jiholêrakirina gefan, hevkarî û pevguhertina agahiyan e. Herwiha HSDê soz da ku dê şerê li dijî DAIŞê û parastina sivîlan bidomîne û bi hemû aliyên ku li dijî terorê şer dikin re hevkariyê bike.

Ev daxuyaniya HSDê piştî wê tê, Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) şeva borî bi beşdariya firokeyên şer, helîkopterên êrîşber û topbaranê operasyona “Çavê Baz” hatiye encamdan. Di operasyonê de binesazî û embarên çekan ên DAIŞê kirine armanc.