Cotkarên Rojavayê Kurdistanê: Pêwîstiya me bi alîkariya sotemenî û semadê heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Cotkarên Rojavayê Kurdistanê nîgeran in ku senaryoya sala borî dubare bibe. Ew daxwaza piştevaniya sotemenî û semadê ji Rêveberiya Xweser dikin.
Bi destpêkirina werza çandiniyê, tevî ku baran îsal baş bariye, lê cotkarên Rojavayê Kurdistanê ditirsin ku ji ber kêmasiya piştgiriyê, ziyanên mezin bibînin. Sala par ji ber hişkesalî û nebûna piştevaniya pêwîst, cotkar tûşî ziyaneke mezin bûbûn.
Cotkar Yehya Ebdullah rewşa îsal wiha şîrove dike: "Îsal baran baş hat û em hêvîdar in ku zeviyên me baş derkevin. Lê ji bilî avdanê, pêwîstiya me bi piştevaniya Rêveberiyê heye. Divê mazot û semad ji me re bê dabînkirin. Eger na, em ê neçar bin zeviyên xwe paqij bikin, bifroşin û biçin."
Endazyarê çandiniyê Heval Mencî jî balê dikişîne ser giraniya nirxê semadê û dibêje: "Semad gelekî biha ye û kêm e. Nirxê yek tonî di navbera 500 heta 600 dolaran de ye. Cotkar nikarin vî barî hilgirin. Pêwîst e Rêveberî piştevaniyê bike, heta eger bi deyn be jî, da ku em bikaribin sûdê ji barana îsal werbigirin."
Pisporên çandiniyê hişyarî didin ku nebûna piştevaniya pêwîst ji aliyê Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyeyê ve, dibe sedem ku cotkar semadên bêkalîte bikar bînin an jî dev ji çandiniyê berdin. Ev yek jî rasterast bandorê li ser ewlehiya xurekê ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dike.