Nîqaşên zêdekirina mûçeyê kêmtirîn ê sala 2026an dest pê kirin

Diyarbekir (K24) – Yekem civîna diyarkirina mûçeyê kêmtirîn ê sala 2026an navbera hikumeta Tirkiye û nûnerên karkeran de pêk hat. Li aliyekê karsaz dibêjin divê li gorî helawsanê û şert û mercên kompaniyan mûçe were diyarkirin, li aliyekê jî nunerên karkeran dibêjin divê li gorî sînorê birçîbûn û xîzaniyê mûçeyê kêmtirîn were diyarkirin.

Li Tirkiyeyê yek ji mijarên ku ber bi sersalê ve derdikeve pêş diyarkirina mûçeyê kêmtirîn ê sala 2026an e ku di vê çarçoveyê de navbera hikumeta tirkiye û nunerên karkeran de civîn jî tên kirin. Bo kêmtirîn mûçeyê sala 2025an %30 zam hatibû kirin û ji 17 hezar lîreyî bûbû 22 hezar lîre. Karsazên Bakurê Kurdistanê jî balê dikêşin ku kêmtirîn mûçe çiqas were zêdekirin jî heta ku pêşî li bilindbûna helawsanê newê girtin dê zamên werin kirin jî bêwate bimînin.

Serokê Komeleya Pîşesaz û Cîhana Kar a Diyarbekirê (DÎSÎDER) Şehmus Akbaş ji K24ê re got: “Pêşbiniya min ew e ku dê bo mûçeyê kêmtirîn ê sala 2026an %25 zam were kirin. Lê ya girîng ew e ku pêşî li helawsanê were girtin. Eger zamek zêde were kirin jî paşê her tişt biha bibe dîsa wateya wê zamê namîne. Divê barê karsazan jî newe zêdekirin û divê bo karkeran jî jiyanek birumet were pêşkêşkirin. Bo vê yekê baerpirsiyarî ser milê me hemuyan e. Divê hevsengiyek hebe.”

Nûnerên karkeran jî dibêjin di hevdîtinên bi hikumetê re tên kirin de nunertiya hemû karkeran nayê kirin, nûnerên karkeran dibêjin şûna mûçeyê kêmtirîn bila navê wê bibe mûçeyê mirovî û bila diyarkirina mûçe de jî sînorên birçîbûn û xîzaniyê jî berçav werin girtin.

Cîgirê Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Umît Ûmdû got: “Divê salê 2 caran zam bo kêmtirîn mûçe were kirin, 6 mehan carekê were zêdekirin, karker heta ku mûçeyê xwe distînin ji ber enflasyonê pereyê wan dihele, divê diyarkirina mûçe de sînorê birçîbûnê ku 30 hezar lîre ye û sînorê xîzaniyê ku 90 hezar lîre ye were berçav girtin.”

Nûnerên karsazan dibêjin divê diyarkirina mûçe de sînorên xîzanî û birçîbûnê bibin pîvan, karsaz dibêjin divê dewlet piştgiriya kompaniyên ku gelek karkerên wan hene bike.