Zeîm Elî: Avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên Bexdayê ji hev tên cudakirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi rêya lijneyên xwe yên payebilind bizavên xwe ji bo gihîştina lihevkirinê li ser avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê didomînin.
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Zeîm Elî di vî warî de got: “Tevî hebûna hin cudahiyan li ser çend xalan, pêvajoya danûstandinan nesekiniye û herdu alî jî dixebitin ku nêrînên xwe nêzîkî hev bikin.”
Li gorî gotinên Zeîm Elî ji bo Kurdistan24ê, rewşa siyasî ya niha li gorî serdema beriya hilbijartinên Iraqê guheriye. Ev yek jî bûye sedem ku pêdivîtiya hin mijarên ku berê hatibûn nîqaşkirin bi nirxandin û guncandina bi ketwarê re hebe.
Zeîm Elî tekez jî kir ku, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) mijara avakirina kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî mijareka serbixwe dibîne û naxwaze wê bi parvekirina postan di hikûmeta federal de tevlihev bike.
Cudakirina postên Herêma Kurdistanê û yên Bexdayê wekî du dozên cuda di demekê de tê ku, pêşbaziya di navbera aliyan de li ser postên serokatiyê yên Iraqê gelek caran bandoreka rasterast li ser têkiliyên di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de kiriye.
PDK niha dixwaze bi lez karên avakirina hikûmetê li Herêma Kurdistanê biqedîne, da ku dezgeh karûbarên xwe bikin. Ev yek serpişka meremên PDKê ye, bêyî ku ji bo bidawîhatina aloziyên avakirina kabîneya nû ya hikûmetê li benda Iraqê bimîne.