Azad Tufîq: Divê Kurd bi ecêndayeka neteweyî ya hevgirtî biçin Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetmedar û parêzgarê berê yê Helebçeyê Azad Tufîq ji Kurdistan24ê re ragihand ku, Iraq û Herêma Kurdistanê niha di qonaxeka hesas a avakirina kabîneyên nû yên hikûmetê de ne. Tekez jî kir ku, divê aliyên Kurdî duberekiyên partiyan bidin aliyekî û bi gotareka neteweyî ya hevgirtî berevaniyê ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bikin.
Xeteriyên zihniyeta navendîbûnê
Azad Tufîq haydarî li ser guhertina zihniyeta desthilatdariyê li Bexdayê da û got: “Zihniyeta rayedarên niha yên Bexdayê ber bi navendîbûneka tund ve diçe, ev yek jî li ser qewareya federal a Herêma Kurdistanê xeter e.”
Navbirî herwesa got: “Rayedarên Iraqê xeyal dikin ku vegerin beriya sala 2003ê, ji ber vê yekê divê Kurd bi hêz rûbirûyî vê nêrînê bibin.”
Bicihanîna Destûr û Maddeya 140ê
Wî siyasetmedarî li ser pirsgirêkên helawîstî jî amaje da: “Bicihanîna Maddeya 140ê û qanûna petrol û gazê û dabînkirina budçe û mûçeyan ne tenê daxwaz in, belkî mafên bingehîn in.” Herwesa got: “Ew deverên ku arêşe li ser hene, rûberê wan dê bi qasî tevahiya axa Îsraîl û Filistînê be. Nabe Kurd bi hêsanî dev ji vê axê berdin, ku ji bo wê gelek qurbanî dane.”
Navxweya Herêma Kurdistanê û aktîvkirina parlementoyê
Azad Tufîq bal kişand ser rewşa navxweya Herêma Kurdistanê jî û daxwaz kir ku Parlementoya Kurdistanê di zûtirîn dem de bê aktîvkirin û kabîneya dehê ya hikûmetê bê avakirin. Bi bawera wî, parlementoyeka aktîv dikare rewatiyeka xurttir bide şanda danûstandinan a Bexdayê, çi ew şand ji desthilatê be çi jî ji opozîsyonê, divê hemî li ser mafên neteweyî yekdeng bin.
Posta Serokkomar
Azad Tufîq di pareka din a gotinên xwe de li ser posta Serokkomarê Iraqê got: “Divê Serokkomar berbijarê yekdeng ê di navbera hemî partiyên Kurdî de be, ne tenê nûnerê partiyeka diyarkirî be, da ku bikare wekî parêzerê destûrê û nûnerê rastîn ê gelê Kurdistanê li Bexdayê rola xwe bilîze.”
Navbirî tekez jî kir ku, yekane rêya parastina destkeftiyên Herêma Kurdistanê yekrêziya navxweyî û vegera ji bo bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiyê di pêvajoya siyasî ya Iraqê de ye.