Çarçoveya Hevahengiyê daxwaza garantiya navneteweyî ji bo hilweşandina komên çekdar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Komîteya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan eşkere kir ku, hêzên siyasî yên di wê komîteyê de daxwaza navbeynkariya navneteweyî ji bo dabînkirina garantiyê kiriye, da ku komên çekdar ên Iraqê di dema pêvajoya hilweşandin û têkilkirina wan bi dezgehên ewlehiyê yên fermî re neyên armanckirin.
Wê çavkaniyê ron kiriye ku, ev garantî daxwaza pabendbûna bi êrîşnekirina li ser wan koman û serokên wan vedigirin, tevî parastina darayî û milkên wan ji her desttêwerdanekê, li beranberî wê yekê ku çekên wan bixin bin kontrola dewletê û ew pêvajo jî wekî mijareka navxweyî û vekirî bimîne.
Di vê navberê de, piraniya komên çekdar ên wekî Esaîb Ehl El-Heq, Lîwayên Îmam Elî û Lîwayên Seyîd El-Şuheda razî bûne ku bi Wezareta Navxweyî, Wezareta Berevaniyê û Heşda Şeibî re bibin yek. Ev jî piştî ku Çarçoveya Hevahengiyê serokên koman haydar kirin ku berdewamiya wan di pêvajoya siyasî de bi hilweşandina baskên wan ên çekdar ve girêdayî ye.
Tevî van bizavan, hin kom hîn jî li dijî wan biryaran derdikevin, bi rengekî ku Ketîbeyên Hizbulahê şertê parastina serweriyê û nemana desttêwerdana derveyî ji bo her danûstandineka li ser çekan danaye. Tevgera Nucebayê jî tekez li ser berdewamiya berhingarbûna hêzên Amerîkayê kiriye.
Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan duhî (Şemî, 20.12.2025) ragihand ku, desteyên çekdar gihîştine lihevkirinê ku çekên xwe bidin destê dewletê.
Zêdan di beyannameyekê de spasiya serkirdeyên komên çekdar kir, ku di çespandina serweriya qanûnê û veguhastina ber bi kiryara siyasî ve alîkar bûn. Amaje jî da ku, niha pêdivîtiyeka neteweyî ji bo kiryara leşkerî nemaye.