Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Kela Selahedînê Eyûbî kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serdana xwe ya Misrê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Qahîreyê serdana Kela Selahedînê Eyûbî kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 21.12.2025) di çarçoveya serdana xwe ya Misrê de li Qahîreyê serdana Kela Selahedînê Eyûbî kir.

Ev kel yek ji şûnwarên dîrokî yên navdar ên Qahîreyê û serkirdeyê Kurd Selahedînê Eyûbî ye, ku wekî keleka leşkerî ji bo parastina bajarê Qahîreyê çê kiribû.