Ji bo piştevaniya Leyla Zanayê, Amedspor deriyên xwe ji jinan re vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Yaneya Amedsporê ragihand, di lîstika li hember Igdirsporê de, wekî bersivek li dijî sivikatiyên ku li dijî siyasetmedar Leyla Zanayê kirin, dê ketina yarîgehê ji bo jinan bêpere be.

Piştî ku di lîstika navbera Bursaspor û Somasporê ya 16ê Berçileyê de, komek alîgirên nijadperest êrîşa devkî û sivikatî li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kiribûn, bertekên tund berdewam in. Amedsporê jî bi pêngaveke watedar helwesta xwe nîşan da.

Cîgira Serokê Amedsporê Şeyda Arslantaş di daxuyaniyekê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got: "Bi zêdebûna hejmara jinan a li yarîgehê, em ê baştirîn bersivê bidin wan êrîşan."

Arslantaş tekez kir, êrîşên nijadperest û zayendperest ên li dijî Leyla Zanayê, di heman demê de êrîş in li ser nasnameya jinan.

Rayedara Amedsporê diyar kir, ew wekî yane bi salan e têdikoşin da ku yarîgeh û çalakiyên werzîşî nebin amrazê gotarên nijadperest, cudaxwaz û zayendperest.

Bi vê biryarê, tê çaverêkirin ku di lîstika dahatû ya Amedsporê de hejmareke mezin a jinan li stadyûmê amade bin û peyama piştevaniyê bidin.