Li Hewlêrê zevî li ser 4 hezar fermanberan tên dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Nexşedan û Avedaniya Hewlêrê ragihand, nexşeya qonaxa pêncem a dabeşkirina zeviyan li ser fermanberan temam bûye û dê di rojên bê de were dabeşkirin.

Rêvebera Nexşedan û Avedaniya Hewlêrê Şukriye Ebas, ji Kurdistan 24ê re hûrgiliyên vê qonaxê eşkere kirin û diyar kir û diyar kir, zevî bi rûberê 200 metre çargoşe hatine dîzaynkirin û hemû xizmetguzariyên wekî dibistan, binkeya tenduristî, xeta tramwayê, rêça bîsîkletan û hêlên kesk tê de hatine berçavgirtin.

4 hezar fermanber sûdmend dibin

Di vê qonaxê de nêzîkî 4 hezar fermanber ji hemû wezaretan (sivîl, Pêşmerge û hêzên ewlehiyê) dê sûdmend bibin. Biryar e beriya sersala nû tîrûpişk ji bo navan were kirin.

Derbarê derengketina tapoyê de, Rêvebera Nexşedanê diyar kir ku ev proseyeke yasayî û teknîkî ye û pêdivî bi demê heye (wekî guhertina regezê zeviyê), lê piştrastî da ku mafê fermanberan parastî ye.

Şukriye Ebas herwiha da zanîn, kar li ser qonaxên şeşem û heftem jî berdewam e, ku bi hemahengiya ligel ajansa "JICA" ya Japonî û li ser bingeha masterplana Hewlêrê tê cîbicîkirin. Heta niha nexşeya nêzîkî 50 heta 60 hezar parçe zevî li Hewlêrê hatiye amadekirin.