70 koçberên Kurd ên li Lîbyayê asê mabûn, vedigerin Herêma Kurdistanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê ragihand, wan karûbarên vegera 70 koçberên Kurd temam kirine. Ev koçber bi awayekî neyasayî derbasî Lîbyayê bibûn.
Rêveberê Karên Balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê Ehmed Sehaf ji malpera Kurdistan 24ê re ragihand, piştî gelek hewldanan, rêkarên vegera dilxwaz a 70 koçberên Kurd ji bo Herêma Kurdistanê bidawî hatine.
Sehaf diyar kir, ew bi hevahengiyeke bilind ligel rayedarên Lîbyayê kar dikin, da ku çarenivîsa bi dehan koçberên din ên Kurd û Iraqî li deverên cuda yên Lîbyayê eşkere bikin û wan radestî navendên hewandanê bikin.
Rêveberê Balyozxaneyê hişyarî da ku torên qaçaxçîtiyê û bazirganiya mirovan hîn jî ciwanên Kurdistan û Iraqê dixapînin. Sehaf bang li malbatan kir ku rê nedin zarokên xwe ku bikevin nava metirsiya koça neyasayî ya bi rêya Lîbyayê.
Lîbya ji ber rewşa xwe ya nearam, bûye rawestgeha sereke ya koçberan ber bi Ewropayê ve. Li gorî raportên navdewletî, koçber li wî welatî rûbirûyî serederiya nemirovî û girtinê dibin.