Peyamnêrê K24ê: Civînên şanda PDKê li Bexdayê heta du rojên din didomin

Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda bilind a PDKê îşev bi Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê û serkirdeyên Sunî re dicive; Armanca wê şandê misogerkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û şandina mafên darayî di çarçoveya peymana avakirina kabîneya hikûmeta Iraqê ya bê de ye; herwesa biryar e ku civînên wan heta du rojên din berdewam bin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê Şivan Cebarî got: “Biryar e şanda danûstandinan a bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) saet 6:00 ê êvarê bi Serokê Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive; Herwesa ew şand îşev bi Serokê Hevpeymaniya Hesmê ya Neteweyî Sabit Ebasî û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xancar re dicive.

Şivan Cebarî herwesa got: “Civînên şanda danûstandinan a PDKê bi serkirdeyên Bexdayê re dê heta du rojên din berdewam bin, da ku di rûniştina parlementoya Iraqê ya hilbijartî de destkeftiyên Kurdan biparêzin, ku biryar e li roja 29ê vê mehê bê lidarxistin.”

Navbirî amaje jî da: “Merem ji civînên Şanda PDKê ya Dansptandinan bi wan rêberan re ew e ku li ser avakirina hikûmeta Iraqê ya bê nîqaş bikin û dîtin û nêrînên xwe li hev biguherin. Herwesa Şanda PDKê herwesa tekez jî kir ku, divê di hikûmeta bê de hevsengî, hevparî û hevdengî hebe.”

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, şanda PDKê tekez jî kiriye ku avakirina hikûmeta bê divê li ser bingeha mekanîzmekê be ku hemî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bên dan û soz û peyman wekî xwe bên bicîhanîn, xasma jî şandina mafên darayî û peymanên têkildarî dahatên girêdayî petrolê û yên negirêdayî petrolê.

Şandeka danûstandinan a bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serokê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî ya PDKê Fazil Mîranî ji duhî (Duşem, 22.12.2025) êvarê ve li Bexdayê ye, da ku bi aliyên siyasî re ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hevdîtinan bike.

Şanda PDKê bi aliyên siyasî yên Iraqê re li ser para Kurdan di hikûmeta bê ya Iraqê de û mafên PDKê wekî serketiya yekê ya hilbijartinan nîqaş dike.

Endamên Şanda PDKê ev in:

- Serokê Desteya Birêvebirinê ya Mekteba Siyasî Fazil Mîranî

- Endamê Mekteba Siyasî Fuad Hisên.

- Endamê Mekteba Siyasî Newzad Hadî.

- Endamê Komîteya Navendî Omêd Sebah.

- Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa.