Ayşegul: Nabe Kurd li Sûriyeyê bên paşguhkirin

Ayşegul Dogan
Ayşegul Dogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Dem Partiyê tekez kir ku, divê peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê de bê bicîhanîn, herwesa divê diyalog û danûstandin berdewam bin.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Ayşegul Dogan îro (Pêncşem, 25.12.2025) li ser peymana 10ê Adarê ya di navbera HSD û hikûmeta Şamê de ragihand: “Sûriyeyeka demokratîk dê tevlî demokrasiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bibe û pêşketinên Sûriyeyê bandorê li Tirkiyeyê dikin.”

Ayşwgul herwesa got: “Divê hemî pirsgirêkên heyî bi diyalog û danûstandinan bên çareserkirin. Ew pirsgirêkên ku wekî gef xuya dikin bi hevdîtin û nîqaşên bi HSDê re namînin. Divê Tirkiye li Sûriyeyê roleka avaker bilîze. Divê Kurd li wî welatî neyên paşguhkirin. Divê bikarin bi azadî bijîn û hest bi silametiyê bikin.”

Berdevka Dem Partiyê amaje  jî da ku, pêkhateya pirçandî û pirnasnameyî ya Sûriyeyê berhema bi hezaran salan e. Li şûna ku van modelan paşguh bikin û navendîparêziya hişk ferz bikin, divê çareseriyek bê dîtin ku rêyê bide her kesî ku azadiya xwe diyar bike û hest bi azadî û serxwebûnê bike.

Berdevka Dem Partiyê tekez jî kir ku, divê pêvajoya danûstandinan û hevgirtina demokratîk li Sûriyeyê berdewam be.