Wezaretê Elektrîkê: Ev zivistana dawiyê ye li Kurdistanê elektrîk qut bibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, heta niha elektrîka 24 saetî gihîştiye %70 ya Herêma Kurdistanê. tekez jî kir ku, ev dê zivistana dawiyê be ku li Herêma Kurdistanê elektrîk qut bibe.
Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 25.12.2025) di ragihandinekê de spasiya xelkê Kurdistanê kir ji ber bêhnfirehî û alîkariyên wan ên berdewam bi rewşa elektrîkê û Wezareta Elektrîkê re.
Wezareta Elektrîkê herwesa welatî haydar kirin ku, çalakiyên zêdekirina hilberîna gaza xwezayî û elektrîkê û sazkirina di tora elektrîkê ya neteweyî de dê berdewam bin, da ku elektrîk bi çêtirîn awa bê dabînkirin.
Wezareta Elektrîkê di wê ragihandinê de got ku, ev çalakî dê pirsgirêka elektrîkê ya 30 salî bi tevahî ji holê rakin. Herwesa got: “Ev dê demsala zivistanê ya dawiyê be ku qutbûna elektrîkê tê de biqewime.”
Wezaretê navbirî wekî amarekê eşkere kiriye ku, heta niha elektrîka 24 saetî ya projeya Ronakiyê gihîştiye %70 ya Herêma Kurdistanê û heta dawiya sala bê elektrîka neteweyî ya berdewam dê bigihîje hemî welatiyan Herêma Kurdistanê dê.
Ev ragihandina Wezareta Elektrîkê ya Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku, Wezareta Elektrîkê îro (Pêncşem, 25.12.2025) di ragihandineka berê de hevparên xwe haydar kiribûn: Ji ber pirsgirêkeka teknîkî li Zeviya Kormorê, 250 gaz milyon pêyên sêcarkî kêm bûye. Ev jî bûye sedema kêmbûna 1000 mêgawatên elektrîkê.
Wezareta Elektrîkê piştrastî jî da ku, Wezareta Elektrîkê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li gel tîmên Danagasê bizavê dikin ku wê pirsgirêkê çareser bikin û rewşê normal bikin.