Ferhad Şamî: Me bi Şamê li ser sîstema "nenavendî" guftûgo kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî, bersivek da daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan û hevdîtinên di navbera HSD û hikûmeta Şamê de piştrast kirin.
Ferhad Şamî di daxuyaniya xwe de îdîayên Hakan Fidan ên ku digot "HSD alîkariya Îsraîlê dike" red kirin û got: "Heger peywendiyên me bi Îsraîlê re hebûya, Tirkiyeyê cesaret nedikir ku êrîşî me bike. Ev tometên ku Tirkiye dirust dike, bi armanca destêwerdana hîn zêdetir di karên navxweyî yên Sûriyeyê de ne."
Hevdîtina Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera
Şamî nûçeyên derbarê hevdîtina Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera piştrast kirin û eşkere kir, her du alî dê berî serê salê careke din ligel hev bicivin, da ku hûrgiliyên peywendiyan gotûbêj bikin.
Sîstema Nenavendî û Birêvebirina Herêmî
Derbarê naveroka danûstandinên bi Şamê re, Berpirsê Ragihandina HSDê destnîşan kir ku wan bi Şamê li ser sîstema "nenavendî" guftûgo kirine û wan ji Şamê re gotiye ku pêwîst e xelkê deverê di çarçoveyeke qanûnî de. herêmên xwe bi xwe birêve bibin.
'Şervanên Biyanî li Cem Me Nînin'
Berpirsê Ragihandina HSDê tekez kir jî, ti şervanên biyanî di nav refên HSDê de nînin û hemû hêzên wan ji kur û keçên pêkhateyên Sûriyeyê pêk tên.
Ev daxuyanî di demekê de tê ku hewildanên ji bo yekxistina saziyên leşkerî û siyasî yên HSD û Hikûmeta Şamê bi serperiştiya navdewletî di rojevê de ne.