Siyasetmedar: Bila Misilman li gorî pîvanên îslamî li pirsa kurd binêrin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di kongreya Federasyona lêkolînên îslamî ya Mezopotamya de, zanayên olî û siyasetmedaran bal kişandin ku nabe li aliyekî were gotin ku misilman bin sîwana îslamê de wek hev in û li aliyekî nasname û zimanê kurdî neye qebûlkirin. Beşdarên kongreyê gotin divê ola îslamê di siyasetê de wek emûrekê neye bikaranîn û divê êdî di erdnîgariya îslamê de. zilma li mezlûman tê kirin bidawî bibe.

Li Diyarbekirê Kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê ya yekem hat lidarxistin. Di kongreyê de siyasetmedar û zanayên olî jî beşdar bûn. Hevseroka Dem Partî Tulay Hatîmogullari gotarek peşkeş kir û got, di ola îslamê de cihê zulme nîne. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir jî amaje kir ku divê hêmana wekheviyê ya îslamê baş were famkirin û cîbicîkirin. Zanayên olî siyasetmedaran amaje kirin ku pirsa nasname û ziman jî pêwîst e ku bi rêgezên îslamî werin çareserkirin.

Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî ji K24ê re got: “Xwedayê Mezin bi nasname û zimanê pêxemberan ji wan re wehî şandiye, berî her tiştî ziman û nasname tê, ji ber wê jî ez dibêjin hewar, kesên ku dibêjin em misilman in bila bo ziman û nasnameya kurdî berxwedanê bikin.”

Di Kongreya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê de peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî hat xwendin û peyamê de hat amajekirin ku ola îslamê di rastiya xwe de ola azadiyê ye lê bo berjewendiyên siyasî wek amurek tê bikaranîn û divê peymana medîneyê bo çareseriya pirsgirêkan wek rêberekê dîtin. Zanayên Olî jî anîn zimên ku bo serketina pêvajoyê jî perspektîfa îslamî dikare sudê bide çareseriyê.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Wefa Yildiz got: “Pêwîst e ku misilman ji bo xwe çi bixwazin ji bo birayê xwe jî wê bixwazin.”

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Lokman Ozdemîr jî got: “Pêwîst e ku Peymana Medîneyê berçav were girtin.”

Zanayên Olî û siyasetmedar dibêjin divê di mizgeftan de weizên nimêjên înê de banga piştgiriya pêvajoyê were kirin û weiz bi zimanê kurdî jî werin dayîn.