Baba Şêx û oldarên Êzidî li Lalişê dest bi ‘Çileyê Zivistanê’ kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li perestgeha pîroz a Lalişê, bi amadebûna Baba Şêx û hejmarek oldarên Êzidî, merasîma destpêkirina "Çileyê Zivistanê" birêve çû. Ev serdem ku wekî çileyê herî sar ê salê tê naskirin, ji bo civaka Êzidî xwedî giringiyeke mezin a olî û ruhanî ye.
Çileyê Zivistanê salane di 25ê Berçileyê de dest pê dike û heta 1ê Sibatê berdewam dike. Di nava van 40 rojan de, Baba Şêx, "Çilgêr" û oldarên taybet rojî digirin û bi kûrkirina îbadet û duayên xwe yên li perestgeha Lalişê, vê erka ruhanî bi cih tînin.
Amîr Mehmûd Seydo Beg ku yek ji "Çilgêran" e, derbarê vê xebata olî de ji Kurdistan24ê re got: "Em wekî oldar û Çilgêr di roja yekem de li Lalişê amade dibin. Ev 40 rojên rojîgirtinê li ser me ferz in. Hinek ji me li Lalişê dimînin û hinek jî vedigerin malên xwe, lê îbadet û rojî heta roja dawî berdewam dikin."
Cemal Feqîr, ku xizmetkarê perestgeha Lalişê ye, bal kişand ser van 40 rojan û diyar kir ku ev serdem di baweriya Êzidiyan de bi guherîna demsalê û sîstema gerdûnê ve girêdayî ye. Piştî bi dawîhatina van 40 rojan, Êzidî bi merasîmeke taybet "Cejna Çileyê Zivistanê" pîroz dikin.
Çileyê Zivistanê herî zêde li ser Baba Şêx û oldaran ferz e. Ev rojî wekî sembola xweragirtina li hemberî mercên dijwar ên jiyanê û pakbûna ruhanî tê dîtin. Merasîmên li Lalişê bi pêxistina çirayan û bi dengê def û şibaban di atmosfereke pîroz de tên lidarxistin.
Ev kevneşopiya kevnar ku ji sedsalan ve li perestgeha Lalişê tê parastin, careke din nîşan dide ku Êzidî çawa li çand û baweriya xwe ya resen xwedî derdikevin.