Brîtanya û Fransa plana paqijkirina Tengava Hurmizê ji mînan amade dikin
Navenda Nûçeyan (K24) — Brîtanya û Fransa mijûlî danana plana dawiyê û hûr in, ji bo serperiştîkirina şandeke navdewletî bi merema paqijkirina Tengava Hurmizê ji wan mînên ku tê de hatine çandin. Ev pêngav piştî wê yekê tê ku, ji ber rûbirûbûna serbazî ya navbera Amerîka û Îranê, geştên deryayî di yek ji giringtirîn rêyên bazirganiya cîhanê de sekinî mane.
Li gorî raporteke ajansa "Bloomberg"ê, ku ji çavkaniyên agahdar wergirtiye, piştî pevçûnên serbazî yên destpêka vê hefteyê yên di navbera Amerîka û Îranê de, hatin û çûna deryayî li Tengava Hurmizê hatiye astengkirin.
Çavkaniyan amaje jî kir ku plandanerên serbazî yên gelek welatan gihîştine qonaxeke pêşkeftî, ji bo yekkirina bizavên xwe bi armanca rakirina wan mînên deryayî yên ku ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatine çandin. Herwiha vê operasyonê hevpeymaniyek ava kiriye, ku 15 welatan vedigire û amadekarî bo dabînkirina hêza mirovî û kelûpelên serbazî yên pêdivî hatine kirin.
Tê çaverêkirin ku ev welat çend hefteyan piştî destpêkirina operasyonê bi awayekî kiryarî bikevin nav wê pêvajoyê, daku keştiyên bazirganî piştrast bikin. Tevî ku ew plan bi dawî jî bûye, lê hîn jî li dû hinek kelûpelên zêde digerin, bi taybetî keştiyên piştgiriyê.
Bloombergê herwesa da zanîn ku razîbûna dawiyê ji bo destpêkirina vê operasyonê bi gihîştina rêkeftineke siyasî di navbera Waşinton û Tehranê de hatiye girêdan, ku tê de mafê hatin û çûna bazirganî û dabînkirina rewşeke aram ji bo hêzên serbazî di nav wê tengavê de bê misogerkirin.
Tengava Hurmizê wekî rêya deryayî ya herî giring a petrola cîhanê tê hesibandin, ku nêzîkî pêncyek (%20) ji tevahiya petrola cîhanê tê re derbaz dibe. Her aloziyek an jî girtina wê tengavê rasterast dibe sedema bilindbûna bihayê petrolê û qeyranên aborî li seranserî cîhanê.