Samerayî xwe bo serokatiya Parlamentoya Iraqê berbijar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî bi rengekê fermî berbijarkirina xwe ji bo posta serokê Parlementoya Iraqê ragihand.

Ev pêngava Samerayî wekî pêşbaziyekê li beranberî Heybet Helbûsî tê, ku ji hêla hin ji aliyên Sunî ve, ku wekî Encûmena Siyasî ya Hevgirtî ya Hêzên Suniyan tên naskirin, hatibû berbijarkirin. Ev pêşbazî jî nîşan dide ku aliyên Sunî nekariye li ser berbijarekê hevpar li hev bikin.

Berbijarkirina Heybet Helbûsî di çarçoveya konferanseka rojnamevanî de, ku ji hêla Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Sunî Xemîs Xencer ve hatibû birêvebirin, hat ragihandin.

Xencer amaje dabû ku, wî berijarî piştgiriya gelek hêzên siyasî heye, wekî Partiya Teqadumê bi serokatiya Mihemed Helbûsî, Hevpeymaniya Siyadeyê, Hevpeymaniya Hesmê bi serokatiya Wezîrê Berevaniyê Sabit Ebasî û Hevpeymaniya Cemawerî ya Neteweyî bi serokatiya Ehmed Cibûrî (Ebû Mazin).

Lê Musena Samarayî, ku ew bi xwe kesatiyekê girîng ê Encûmena Siyasî ya Suniyan e, di konferanseka rojnamevanî de rexne li awayê berbijarkirina Heybet Helbûsî girt û ragihand: "Avakirina vê encûmenê li ser bingeha lihevkirina aliyên serketî bû û divê biryar bi lihevkirina tevan bin.”

Samarayî amaje jî da: “Berbijarkirina Heybet Halbûsî nûnerîtiya îradeya giştî ya encûmenê nake, belkî tenê nûnerîtiya wan partiyan dike yên ku piştgirî daye wî.”

Biryar e ku îro (Duşem, 29.12.2025) rûniştina yekê ya gera şeşê ya Parlementoya Iraqê ji bo sondxwarina qanûnî ya endaman û hilbijartina serokatiya parlamentoyê bê lidarxistin.

Li gorî siyaseta Iraqê, posta Serokê parlementoyê ji bo Suniyan, Cîgirê Yekê ji bo Şîeyan û Cîgirê Duyê jî ji bo Kurdan e. Pêvajoya hilbijartina serokatiya parlementoyê hewceyî piraniya reha (50+1) a hemî endamên parlementoyê ye.