7 polîsên Tirkiyeyê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin birîndarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Polîsên Tirkiyeyê û çekdarên DAIŞê li serê sibeha îro li parêzgeheka bakurê rojavayê Tirkiyeyê rûbirû bûn û di encamê de heft efserên polîsan birîndar bûn.

Li serê sibeha îro (Duşem, 29.12.2025) li parêzgeha Yalovayê ya bakurê rojavayê Tirkiyeyê, di şerekî de bi gumanbarên DAIŞê re, heft polîsên Tirkiyeyê birîndar bûn.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê ragihand ku, hêzên polîsan li Yalovayê operasyonek ji bo ser malekê kir ku guman dihat kirin ku endamên wê koma tundrê ew xanî wekî penageh bi kar dianî. Dezgehên ewlehiyê di derheqa hûrgiliyên wê bûyerê û çarenivîsa gumanbaran de heta niha zêdetir zanyar belav nekirine.

Ev bûyer di demekê de ye ku, rayedarên Tirkiyeyê li roja Pêncşema borî 115 kes bi gumanbariya têkiliyên bi DAIŞê re girtin. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, wan kesan plan dikir ku di dema ahengên serê salê de li Stenbolê êrîş kiriban.