Serok Barzanî sê pêşniyaran bo hilbijartina berbijarê Serokkomarê Iraqê pêşkêş dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro (Duşem, 29.12.2025) li ser posta Serokkomarê Iraqê peyamek belav kir.
Serok Barzanî pêdivî dibîne ku, "Divê hemî aliyên Kurdistanî ew bawerî hebe ku ev post para Kurdan e û ji bo ku Serokkomar bi rastî nûnerîtiya gelê Kurdistanê bike, divê mekanîzma hilbijartina Serokkomar jî bê guhertin û êdî tu alî wê postê wekî milkê xwe nebînin."
Wekî ku Serok Barzanî ron kir, divê mekanîzma hilbijartina Serokkomar bi vî rengî be: "An kesek wekî nûnerê Kurdan li Parlamentoya Kurdistanê ji bo wergirtina posta Serokkomar bê diyarkirin, an hemî aliyên Kurdistanî bicivin da ku li ser kesekî ji bo wê postê li hev bikin, an jî nûner û fraksiyonên Kurdî li Parlamentoya Iraqê kesekî ji bo wergirtina wê postê destnîşan bikin.”
Serok Barzanî tekez jî kir: "Şert jî nîne ku ew kesê ji bo posta Serokkomariyê tê destnîşankirin ji PDKê an YNKê be, dikare ji aliyekê din be an jî bêalî be. Ya girîng ew e ku yekdengiya Kurdan li ser wî kesî hebe û nûnerîtiya gelê Kurdistanê bike.”
Biryar e ku îro (Duşem, 29.12.2025) rûniştina yekê ya gera şeşê ya Parlementoya Iraqê ji bo sondxwarina qanûnî ya endaman û hilbijartina serokatiya parlamentoyê bê lidarxistin.