PDKê berbijarên xwe bo Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoyê û Serokê Fraksiyonê destnîşan kirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdula wekî berbijarê xwe ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê destnîşan kir, herwesa Ferhad Etrûşî jî wekî Serokê Fraksiyonê destnîşan kir.
Endamê serkeftî yê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Sîpan Şêrwanî ji peyamnêrê Kurdistan24ê li BexdaYê Dîlan Barzan re ragihand: “Di civîna îro (Duşem, 29.12.2025) ya Fraksiyona PDKê de, ku bi serokatiya Endama Mekteba Siyasî Amîna Zikrî hat kirin; Şaxewan Ebdula wekî berbijarê PDKê ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê hat destnîşankirin, herwesa Ferhad Etrûşî jî wekî Serokê Fraksiyona PDKê hat destnîşankirin.”
Sîpan Şêrwanî amaje jî da ku, berî destpêkirina rûniştina parlamentoyê, ew bi fraksiyonên Kurdistanî û fraksiyonên din ên ên Parlamentoya Iraqê re dicivn, da ku dengên pêdivî ji bo bidestxistina berbijarê PDKê ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê kom bikin.
Navbirî ron jî kir: "Em li bendê ne ku di nav mala Kurdan û aliyên din jî yên siyasî de lihevkirinek ji bo biserxistina berbijarê PDKê çê bibe, ji ber ku pêdivîtiya hilbijartina serokatiya Parlamentoya Iraqê bi lihevkirineka siyasî û piraniya reha ya 50% +1 heye."
Ev cara duyê ye ku Şaxewan Ebdula ji bo posta Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê tê berbijarkirin, ku berî niha jî di gera pêncê ya Parlamentoya Iraqê de jî ew post wergirtibû.
Biryar bû ku rûniştina yekê ya gera nû ya Parlamentoya Iraqê îro (Duşem, 29.12.2025) saet 12:00 ê nîvroyê hatiba lidarxistin; lê ew rûniştin ji bo saet 1:00 ê nîvroyê hat paşxistin.