Li Rihayê erbeyek ket di kenala avdaniyê de û 4 kes winda bûn

Riha
Riha

Diyarbekir (K24) - Li Rihayê erebeyek ket di kenala avdaniyê de, ku 6 kes tê de bûn, 4 winda bûn û 3 ji wan jî zarok bûn. Ji bo dîtina wan, xebat berdewam in.

Li gor agahîyan, li Taxa Buğdaytepeyê ya navçeya Harranê ya Rihayê, erebeyek ket di nav kanala avdaniyê de, ku 6 kes tê de bûn. 2 kes bi xebatên xwe ji wê erebeyê derketin û 4 kes jî winda bûn ku 3 ji wan zarok bûn.

Piştî agahdarkirinê, tîmên rizgarkirinê bo wî cihî hatin şandin û wan ji bo dîtina kesên winda dest bi lêgerîn û rizgarkirinê kir. Lêgerîna ku ji aliyê tîmên binaviyê, AFAD, Polîs, Cenderme, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û tîmên tenduristiyê berdewam dikin.

Hate diyarkirin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê wê bûyerê ji aliyê Cîgirê Parêzgerê Rihayê ve tên koordînekirin û tîm ji bo dîtina welatiyan di zûtirîn dem de bizavên mezin dikin.