Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata nivîskar Beşdar Samî re kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya helbestvan û nivîskarê navdar Beşdar Samî, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên wî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê 29ê Berçileyê, ji ber koça dawî ya nivîskar û helbestvan Beşdar Samî peyamek belav kir. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ya kûr nîşan da û sersaxî ji malbat, dost û hevalên wî re xwest.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de wiha hat gotin:

"Ji bo koça dawî ya helbestvan û nivîskar Beşdar Samî, ez sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî malbat, kesûkar û hevalên wî dikim û hevparê xema wan im.

Xwedayê Mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û aramî û sebrê bide her kesî."