Dadgeha Bilind sizayên doza kuştina Narîn Guran pesend kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sizayên kujerên Narîn Guran a 8 salî ji aliyê dadgeha bilind ve hatin pesendkirin û sizayê Nevzat Bahtiyarê ku termê Narînê veşdartibû jî hat betalkirin û dê Nevzat Bahtiyar bo tohmeta ku alîkariya kuştina Narîna Guranê kiriye ji nu ve were darizandin û bi vê yekê jî tê pêşbînîkirin ku sizayek girantir lê were birrîn.

Di doza kuştina Narîn Guranê de dadgeha bilind jî birayar xwe ragihand. Dadgeha bilind sizayê hetahetayî yê mamê Narînê Salim Guran, birayê wê Enes Guran û dayîka wê Yuksel Guran pesend kir.

Wekî ku tê zanîn Dadgeha Sizayê Giran a 8emîn bo Nevzat Bahtiyarê ku termê Narînê veşartibu jî 4 sal û 6 meh siza birrîbû û Nevzat Bahtiyar ji ber tawana veşartina delîlan hatibu sizadan.

Dadgeha Bilind sizayê Nevzat Bahtiyar betal kir û biryar da ku Nevzat Bahtiyar bi tohmeta alîkarîkirina kuştina Narîn Guranê were darizandin û bi vê yekê jî tê pêşbînîkirin ku li Nevzat Bahtiyar sizayek girantir were birrîn.

Narîn Gurana 8 salî 21ê tebaxa 2024an de winda bûbû û piştî 19 rojan li nêzîkî gundê Çoliyê terme wê nav kîsekî de nav cokê de hatibû dîtin. Di encama vê buyerê de Dadgeha Sizayê Giran a 8. ya Diyarbekirê di 28ê Berfanbara 2024an de bi tawana kuştina Narînê bo mamê Narînê Salîm Guran, bo dayîka wê Yuksel Guran û bo birayê wê Enes Guran sizayê zindanîkirinê yê hetahetayî birrîbû û bo Nevzat Guran jî 4 sal û 6 meh siza hatibû birrîn.

Lê hîn jî nayê zanîn Narîn çima û ji aliyê kî ve hat kuştin.