Hilbijartina Cîgirê Duyem ê Parlamentoya Iraqê hat paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku di du gerên dengdanê de berbijarên Kurd nekarîn dengên pêwîst bi dest bixin, hilbijartina Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamena Iraqê bo piştî nîvroya îro Sêşemê hat paşxistin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê da zanîn, rûniştina Parlamentoya Iraqê ya ji bo temamkirina desteya serokatiyê bidawî nebû. Piştî ku di gera yekem û duyem de posta Cîgirê Duyem nehat yekalîkirin, biryar hat girtin ku rûniştin bo îro Sêşemê 30î Berçileyê piştî nîvro were paşxistin.

Serok û Cîgirê Yekem hatin diyarkirin

Di rûniştina duh de, berbijarê Hevpeymaniya Teqedum Heybet Helbûsî wekî Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Piştî wî, berbijarê Tevgera Sadiqûn Ednan Feyhan wekî Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoyê hat diyarkirin. Lê belê pêşbaziya li ser posta Cîgirê Duyem, ku pişka Kurdan e, di navbera du berbijaran de ma.

Pêşbaziya Şaxewan Ebdullah û Rêbiwar Kerîm

Ji bo posta Cîgirê Duyem, berbijarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah û berbijarê Tevgera Helwest Rêbiwar Kerîm hevrikiyê dikin. Ji ber ku di her du gerên dengdanê de ti berbijarekî nekarî piraniya dengan bi dest bixe, pêvajoya hilbijartinê ket gera sêyem.

Hewldanên ji bo lihevkirina siyasî

Peyamnêrê me destnîşan kir, aliyên siyasî gihîştine wê baweriyê ku yekalîkirina vê postê pêdiviya wê bi lihevkirineke siyasî heye. Da zanîn jî, piştî gera duyem, hin aliyên siyasî serdana fraksiyona PDK’ê kirine û li ser dengdanê gotûbêj kirine.

Tê çaverêkirin ku di nava 12 saetên bê de, PDK û aliyên din bigihîjin encameke erênî û di gera sêyem de, ku dê sibê piştî nîvro were kirin, Şaxewan Ebdullah dengên pêwîst bidest bixe û wekî Cîgirê Duyem were hilbijartin.