Li 13 bajarên Bakurê Kurdistanê deriyên dibistanan hatin girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber barîna berfa zêde û sermaya dijwar, li dehan bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê perwerde ji bo rojekê hat rawestandin û rêyên bi hezaran gundan hatin girtin.
Pêleke dijwar a berfê û sermayê Bakurê Kurdistanê girtiye bin bandora xwe. Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, parêzgarên gelek bajaran biryara bêhnvedana dibistanan dan.
Li bajarên Diyarbekir, Riha, Sêrt, Bedlîs, Mûş, Dêrsim, Wan, Xarpêt, Mêrdîn, Êlih, Colemêrg, Şirnex û Çewlîgê, herwiha li çendîn bajarên Tirkiyeyê, ji dibistanên seretayî heta lîseyan ji bo rojekê perwerde hat rawestandin.
Parêzgarên van bajaran herwiha dan zanîn, ji ber sermayê û zehmetiyên hatûçûnê, fermanberên astengdar û jinên ducanî yên ku di saziyên giştî de dixebitin, ji bo rojekê di destûra îdarî de ne û wekî bi molet têne hejmartin.
Rêyên hezaran gundan hatin girtin
Li aliyê din, barîna berfê li gelek deveran berdewam e û bûye sedema girtina rêyan. Li gorî agahiyên herêmî, li seranserê Bakurê Kurdistanê rêyên bi hezaran gundan li ber hatûçûnê hatine girtin.
Tîmên berfmalînê li ser rêyên sereke xebatên xwe didomînin, lê ji ber bahoz û qeşayê xebat bi zehmetî birêve diçin.
Rayedaran hişyarî da welatiyan ku heta neçar nebin bi wesayîtên xwe dernekevin rêyên dervayî bajêr û li hemberî metirsiya herifîna berfê baldar bin.