Pêla berfê li Rojhilatê Kurdistanê: Welatî berê xwe didin çiyayên Hewşarê
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî barîna berfê, bi hezaran welatiyên ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li deverên çiyayî yên Tîkabayê civiyan û bi govend û lîstikan hatina zivistanê pîroz kirin.
Li herêma Hewşarê ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, barîna berfê dîmenên rengîn û kêfxweşî ligel xwe anî. Li herêma Tîkabayê, ku bi xwezaya xwe ya çiyayî navdar e, zêdetirî 2 hezar welatî ji bo kêf û seyranê li ser berfê hatin cem hev.
Welatiyên ku ji bajarên wekî Sine, Tehran, herêma Mukriyan û Hewşarê hatibûn, li ser berfê destên hev girtin û govendên kurdî gerandin. Di dîmenan de tê dîtin ku ciwan û malbat bi lîstikên wekî şerê berfê, xişandin, motosiwarî û ajotina wesayîtan a li ser berfê demên xweş derbas dikin.
Ev qerebalixa geştyarî bandoreke erênî li ser karsazên herêmê jî kiriye. Welatiyekî ku li wir xizmetê dide geştyaran diyar kir ku her sal bi barîna berfê re ew li vir nan û kebabê çêdikin û çaya li ser komirê amade dikin, ku ev yek eleqeyeke mezin dibîne.
Her çend ev barîna berfê welatî şad kiribin jî, amarên fermî nîşan didin ku hîn metirsiya hişkayiyê berdewam e. Li gorî daneyên Kompanyaya Kontrola Çavkaniyên Avê ya Îranê:
- Rêjeya barîna îsal li seranserê welat gihîştiye 66.5 mîlîmetreyan.
- Li 16 parêzgehên Îranê rêjeya barînê hîn di asteke pir nizm de ye.
- Li parêzgeha Tehranê rêjeya barînê tenê 16 mîlîmetre ye, ku li gorî sala par %68 kêm bûye.
Tevî van amaran jî, welatiyên Rojhilatê Kurdistanê piştî payizeke hişk, bi dilxweşî pêşvaziya vê pêla berfê kirin û hêviya wan ew e ku zivistaneke bi bereket derbas bibe.