Li Urmiyeyê 783 kes ji nava berfê hatin rizgarkirin û îro jî bû bêhnvedan

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber sermaya dijwar û barîna berfa giran, Birêveberiya Qeyranan a Parêzgeha Urmiyeyê îro wekî roja bêhnvedan ragihand. Herwiha tîmên Heyva Sor di nava 24 saetan de bi sedan kesên ku di nav berfê de asê mabûn, rizgar kirin.

Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, pêla sermayê û barîna berfê jiyan bi temamî rawestand. Birêveberiya Qeyranan a parêzgehê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro 31ê Berçileyê, li seranserê parêzgehê li hemû saziyên hikûmetê, zanîngeh û navendên xwendinê tetîla fermî ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji bilî nexweşxane, bingehên tenduristiyê, bank û birêveberiyên dabeşkirina sotemeniyê, hemû fermangehên din girtî ne.

Rayedaran hişyarî da niştecihên bajarê Urmiyeyê û navçeyên derdorê ku heta neçar nebin ji malên xwe dernekevin û geştên nepêwîst nekin. Hat destnîşankirin ku ji ber sermaya zêde, piraniya rêyan bi qeşayê hatine girtin û metirsiya şimitînê heye.

Herwiha ji bo ku di dabeşkirina gaza malan de pirsgirêk dernekeve, rêveberiyê ji welatiyan daxwaz kir ku di şewitandina gazê de hevkariyê bikin û zêde neşewitînin da ku sîstema germkirinê li seranserê herêmê kêm nebe.

Li aliyê din, Birêveberiya Heyva Sor a Urmiyeyê di daxuyaniyekê de ragihand, di nava 24 saetên dawî de tîmên wan karîbûn 783 kesên ku di nava berf û bagerê de asê mabûn, rizgar bikin. Herwiha hat ragihandin ku 291 wesayîtên ku di nav berfê de mabûn, ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve hatine derxistin.