Li Hewlêrê di sala 2025an de zêdetirî 230 hezar dar û kulîlk hatine çandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Endezyariya Baxçeyan a Hewlêrê ragihand, îsal rêjeya çandina dar û kulîlkan li gorî sala par %20 zêde bûye û ev di şeş salên dawî de rekora herî bilind e.

Rêveberiya Endezyariya Baxçeyan a Hewlêrê amarên sala 2025an ên derbarê hêşînkirina bajêr de eşkere kirin. Li gorî daxuyaniya rêveberiyê, îsal li seranserê Hewlêrê 128 hezar û 341 dar û 106 hezar û 527 kulîlk hatine çandin. Ev hejmar nîşan dide ku li gorî sala borî rêjeya çandinê %20 zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, darên hatine çandin ji cureyên wekî Sîsem, Albîzya, Dodoniya û Xurme ne. Sedema hilbijartina van cureyan ew e ku ew li gorî keşûba û mercên hewayê yên Hewlêrê guncaw in û li hemberî germê li ber xwe didin. 

73 cihên cuda hatin nûkirin

Rêveberiyê herwiha destnîşan kir, îsal tenê çandin nehatiye kirin, di heman demê de zêdetirî 73 cihên cuda hatine nûkirin. Di nav van cihan de park, baxçe, nafore, şeqamên sereke û giravên navîn hene ku bi sîstemên nû hatine amadekirin.

1.5 mîlyon dar û kulîlk hatin çandin

Di çarçoveya plana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li seranserê parêzgeha Hewlêrê heta niha milyonek û 500 hezar dar û kulîlk hatine çandin. Rêveberiyê herwiha ragihand, wan şitil ji bo şaredariyên Soran, Akrê, Şeqlawe û Berdereşê jî şandine. Ji bilî vê, beşek ji şitilan li mizgeft, dibistan û kompleksên niştecihbûnê hatine dabeşkirin, da ku çanda hêşînkirinê li her derê belav bibe.