Guhdar Şêxo: Li Zaxoyê bi nêzîkî 400 mîlyon dolarî veberhênan hatiye kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo ragihand, sala 2025an ji bo Zaxoyê sala geşebûn, pêşkeftin û destkeftiyên mezin bû. Şêxo aşkere kir jî, di nava salekê de zêdetirî 100 projeyên xizmetguzariyê hatine cîbicîkirin.
Serperştiyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro 31ê Berçileyê ji K24ê re behsa kar û xebatên sala borî kir. Şêxo destpêkê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzani û Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo vejandina Zaxoyê piştevaniyeke xurt dane û projeyên stratejîk di warên rê, av, elektrîk, perwerde û tenduristiyê de bi ser xistine.
Guhdar Şêxo bal kişand ser guherîna mezin a binesaziya bajêr û got: "Beriya ku Zaxo di sala 2021an de bibe îdareyeke serbixwe, tenê %35ê kolanên bajêr qîrkirî bûn û yên heyî jî gelek kevn bûn. Lê îro bi şanazî em dikarin bibêjin ku %90ê kolanên Zaxoyê hatine qîrkirin. Ew %10ê mayî jî di plana sala 2026an de ne û xebat li ser wan berdewam e."
Di warê aborî de, Zaxo di sala 2025an de pêngavên girîng avêtine û diyar kir, nêzîkî 400 mîlyon dolarî veberhênan di warên cuda de hatiye kirin. Herwiha 40 kargehên nû di beşên cuda de hatine vekirin.
Ev projeyan derfetên kar ji bo bi hezaran ciwanên deverê peyda kirine û bûne sedema bilindbûna dahata takê û ya hikûmetê.
Serperştiyarê Zaxoyê destnîşan kir, festîvalên çandî û hunerî bûn sedem ku otêl û restorantên bajêr bi geştyaran tije bibin. Ev yek bi xwe re dahateke mezin û naskirineke navdewletî ji bo Zaxoyê anî.
Herwiha di warê çandiniyê de jî planeke stratejîk hat ragihandin. Şêxo diyar kir, axa Zaxoyê ji bo çandina paqilemeniyan, herî baş e û kumpanyayeke taybet dest bi xebatê kiriye. Tê payîn ku di demeke nêz de kargeheke nû bi hevkariya cotkaran were vekirin da ku berhemên navxweyî werin komkirin û bi kalîteyeke bilind werin bazarê.
Guhdar Şêxo di dawiyê de hêvî kir, sala 2026an bibe sala temamkirina hemû projeyan û Zaxo bibe navendeke hên geş a aborî û geştyariyê li herêmê.