Keşnasiya Herêma Kurdistanê: Herî zêde berf li Çiyayê Pîrsî bariye
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebiriya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiyê îro (Sêşem, 30.12.2025) di ragihandinekê de eşkere kir; Li gorî amarên herî dawiyê yên keşnasiyê, di dema 24 saetên borî de pêleka dijwar û giran a barîna berfê deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê vegirtin, ku li hin deverên çiyayî berf ji nîv metreyî zêdetir bariye.
Li gorî datayan, rêjeya barîna berfê li parêzgeh û bajarkan bi vî rengî bû:
1. Parêzgeha Dihokê (rêjeya herî bilind li Çiyayê Pîrsî hatiye tomarkirin)
Li aliyê parêzgeha Dihokê, berfê piraniya deveran vegirtin û herî zêde li Çiyayê Pîrsî bariye ku 60 santîmetreyên berfê barîne.
Rêjeya barîa berfê li parêzgeha Dihokê:
Çiyayê Pîrsî: 60 cm
Kanîmasê: 35 cm
Bamernê: 26 cm
sersink: 23 cm
Amêdî: 20 cm
Dînarte, Zawîte û Çemankê: 18 cm (ji bo her yek ji wan)
Dêralok: 17 cm
Mangêş: 15 cm
Bakirman, Şêladizê û Batûfa: 13 cm
Akrê û Şermin: 12 cm
Etrûş û Bicîl: 10 cm
Girdesên: 5 cm
Baedrê: 4 cm
Zaxo: 3 cm
Navenda Dihokê: 1.5 cm
2. Parêzgeha Hewlêrê (Hecî Omeran li rêza yekê ye)
Li aliyê parêzgeha Hewlêrê, deverên çiyayî spî bûn û rêjeya herî bilind li Hacî Omeranê hatiye tomarkirina.
Rêjeya barîa berfê li parêzgeha Hewlêrê:
Hacî Omeran: 50 cm
Hîran: 27 cm
Şeqlawa û Sîdekan: 25 cm
Çoman: 22 cm
Pîrmam: 18 cm
Rewandiz: 15 cm
Soran: 11 cm
Koye: 10 cm
Dîgele: 8 cm
Xelîfan: 6.5 cm
3. Parêzgeha Silêmanî û Rêveberiya Raperînê
Li aliyê parêzgeha Silêmaniyê, herî zêde berf li Pêncwîn û Qeladizê bariye.
Rêjeya barîa berfê li parêzgeha Silêmaniyê:
Yaxsemer û Qeladizê: 23 cm
Serkepkan: 19 cm
Pêncwîn: 17 cm
Mawet: 12 cm
Tekiyeya Kakemend û Ranya: 11 cm
Çwarqurne: 9 cm
Sîtek: 5 cm
Qeredax: 3 cm
Qirge: 1 cm
Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, bandora vê pêlê dê li hin deveran berdewam be û pileyên germahiyê dê bi rengekê berçav dakevin, herwesa ji welatî û ji şofêran tê xwestin dema ku li deverên çiyayî rêwîtiyê dikin baldar bin.