Parêzgarê Hewlêrê: Mesrûr Barzanî herdem pirsgirêkên welatiyan dişopîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Hewlêrê dibêje ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwe di dema pêşwazîkirina mêvanên asta bilind de jî pirsgirêkên welatiyan dişopîne.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro (Çarşem, 31.12.2025) di çavpêkeftinekê de Ji Kurdistan24ê re ragihand: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rengekê rasterast û berdewam pirsgirêk û daxwazên welatiyan dişopîne, xwe heke ew pirsgirêk piçûk jî bin.”
Parêzgarê Hewlêrê herwesa got: "Li hin deveran pirsgirêkên avê hebûne, xelkî dengê xwe bilind kiriye, elektrîk nebûye, rê nehatine temamkirin, behsa wan hatiye kirin. Di wan hemî rewşan de, ew bi xwe rasterast hatiye ser xetê û ew rewş şopandine.”
Omêd Xoşnaw ji bo piştrastkirina gotinên xwe mînakeka zindî da û got: “Di dema serdana Serokwezîra Îtalyayê ji bo Hewlêrê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bala xwe daye pirsgirêka çend ciwanan.”
Navbirî ron jî kir: “Rojekê Serokwezîra Îtalyayê Georgia Miloni hatibû Hewlêrê, me li balafirxaneyê pêşwaziya wê dikir, çalakiyeka ciwanan jî li Hola Şehîd Seid Ebdula hebû. Di wê demê de, Serokwezîr rewşa wan şopand û got: Dibêjin ku çend ciwan hatine ber deriyê Parêzgehê û ji ber rêkarên ewlehiyê destûr nayê dayîn ku ew bikevin hundir; Pirsgirêka wan bi lez çareser bikin.”
Parêzgarê Hewlêrê tekez jî kir: “Ev tenê mînakeka piçûk e û gelek mînakên mezintir jî hene ku nîşan didin ka Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çiqas ji nêz ve ji arêşe û pirsgirêkên gel haydar e û ji bo çareserkirina wan rasterast tê ser xetê.”