Li Hewlêrê goşfiroşiyek ji ber firotina goştê rûvî hat daxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Goştfiroşekî li Hewlêrê rûviyê kûvî serjê kiriye û goştê wî firotiye welatiyan, lê cihê wî ji aliyê komîteyên qayimqamiyê ve hat daxistin.
Qayiqamiya Navendî ya Hewlêrê îro (Çarşem, 31.12.2025) ragihand: “Di çarçoveya xebata komîteyên hevpar ên qayimqamiyê û kampanyaya berdewam a pişkinîn û çavdêrîkirina sûkê de, eşkere bû ku cihekî bi navê Goştfiroşiya Bavê Hikmet bi dizî û derveyî qanûnê rûviyê kûvî serjê kiriye û goştê wî firotiye welatiyan.”
Qayiqamiya Navendî ya Hewlêrê amaje jî da: “Rûviyên kûvî milkê xwezaya Kurdistanê ne û serjêkirina canewerên wesa destûrdayî nîne, ji ber vê yekê ew cih hatiye daxistin û rêkarên qanûnî li dijî xwediyê wî cihî û kesên ku li wê derê dixebitin hatine wergirtin.”