Ferhad Etrûşî: Hêvîdar im sala nû bo Iraq û Kurdistanê sala xêr û xweşiyan be
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê, bi helkefta hatina sala nû ya Zayînî, tevî pêşkêşkirina germtirîn pîrozbahî û xweşiktirîn hêviyan ji bo kur û keçên gel, hêvî jî kir ku sala nû ji bo hemiyan bibe çavkaniya xêr û xweşiyan û peydakirina aştî û tenahiyê.
Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Emîn Etrûşî îro (Çarşem, 31.12.2025) bi helkefta hatina sala nû ya Zayînî peyamek belav kir.
Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê di peyama xwe de got: “Em germtirîn pîrozbahî û xweşiktirîn hêvî pêşkêşî kur û keçên gelê Iraqê bi hemî pêkhate, tex û çînên wê ve û kesûkarên xwe li Herêma Kurdistanê dikin. Em hêvîdar in ku sala nû sala xêr, aştî û tenahiyê be.”
Ferhad Etrûşî di pareka din a peyama xwe de got: “Ev bûyer ne tenê guhertina salê ye, belkî ji bo xurtkirin û çespandina nirxên tolerans û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemî tex û çînan de jî derfeteka girîng e.”
Navbirî herwesa tekez li ser girîngiya yekkirina bizavan û hevahengiya hevpar ji bo avakirina dewleteka dezgehî ya bihêz jî kiriye, bi awayekî ku bersiva xwestek û hêviyên welatiyan di dabînkirina ewlehiyê, bidestxistina jiyarxweşiyê û çespandina dadperweriya civakî li welat de bide.
Ferhad Emîn Etrûşî li roja Sêşemê (30.12.2025) wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.