Siyasetmedarê Bakur: Serok Barzanî cihê baweriyê û nûnerê neteweyî yê hemû Kurdan e
Diyarbekir (K24) – Di sala 2025an de di pêvajoya çareseriya pirsa kurd a Tirkiyeyê de Serok Mesûd Barzanî roleke girîng û dîrokî leyîst. Siyasetmedar û akademisyen balê dikêşin ku hem di warê ewlekariya pêvajoyê de hem di warê baweriya bo pêvajoyê de hem jî di warê pêşxistina pêvajoyê de, xebat û helwesta serok Barzanî kariya kurdan ji qada şer bikêşer ser maseya diyalogê û di vê çarçoveyê de ezmûna Serok Barzanî bo kurdan bûye rênasiyek girîng.
Di sala 2025an de di warê çareseriya pirsa kurd a li Tirkiyeyê de kurd ji qonaxên girîng derbas bûn. Hem PKKê xwe hilweşand kir û çekên xwe şewitandin, hem li Rojava konferansa yêkîtiyê hat lidarxistin û Mazlûm Ebdî serdana Herêma Kurdistanê kir û hem jî bo pêvajoyê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî û Biratiyê hat avakirin. Li gel van hemû pêşketinan Serdana Serok Barzanî ya bo cizîra Botan hestên neteweyî û hêviyên neteweyî gihandin lûtkeyê.
Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê dibêjin di van hemû pêşhatên erênî de ked û xebata serok Barzanî heye ku kariye di rewşa aloz a rojhilatanavîn de bo kurdan ronahiyekê pêk bîne.
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan Bayram Bozyel ji K24ê re got: “Serok Mesût Barzanî kesayetek wisa ye ku cihê baweriyê ye. Hem dewlet baweriyê pê tîne hem jî PKK baweriyê pê tîne di pêvajoya çareseriyê de roleke karîger a wî heye. Herêma Kurdistanê bûye sitargeha hemû kurdan û bûye navenda dîplomasiyê ku her kesê serdana Herêma Kurdistanê dike jî bi Serok Mesût Barzanî re jî hevdîtinên girîng dike.”
Akademîsyen jî balê dikêşin ku di demên çarenivîssaz de pêdivî bi serokên jîr û zana û pêşbiniya wan xurt heye ku niha li Rojhilata Navîn pergalek nû tê avakirin û di vê pêvajoyê de jî hebûna pêşengek wek serok Barzanî bo kurdan gelek girîng û hêja ye.
Akademîsyenê Beşa Zanistên Siyasî yê Zankoya Dîcle Vedat Koçal dibêje: “Hem behsa berdewamiya bihara ereban tê kirin, hem behsa nêzîkbûna şerê sêyem ê cîhanê tê kirin ku di qonaxeke wisa de, hebûna Serokekî wek Birêz Mesût Barzanî girîng e. Ji xwe Birêz Serok Mesût Barzanî li ser nûnertiya hemû kurdên Rojhilata Navîn rolek girîng û bibandor dileyîze. Ji xwe kevneşopiya Barzaniyan de ev heye, ew helwesta neteweyî ya Şêx Evdilselam Barzanî û Mele Mistefa Barzanî di şexsê Serok Mesût Barzanî de jî tê dîtin. Di serdana wî ya Cizîra Botan de jî aşkere û zelal hat dîtin ku sud û piştgiriyê dide pêvajoya çareseriyê.”
Akademîsyen û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin ku di sala 2026an de jî hem bo parastina destkeftiyên heyî yên kurdan hem jî bo bidestxstina destkeftiyên nu dê serok Mesut Barzanî roleke girîng û dîrokî bileyîze.