Kaniyên hişk yên Rojhilatê Kurdistanê vejiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê, piştî çend salên hişkesaliyê, barîna berfa zêde hêviyeke nû da welatiyan. Li aliyê din, pênc kesên ku di nav berfê de winda bûbûn, piştî çend rojan nûçeya saxlemiya xwe gihandin malbatên xwe û daxwaza alîkariyê kirin.
Bi destpêka werzê zivistanê re, pêleke berfê parêzgehên Urmiye, Sine û beşek ji Başûrê Kurdistanê girtiye bin bandora xwe. Li bajarê Şinoyê ku rûberên wê yên avî û golên wê bi giranî hişk bûbûn, barîna berfê dîmenên xweş afirandin û dilê xelkê herêmê şad kir.
Welatiyê bi navê Îhsan Kerîmî ji Kurdistan24ê re got: "Çend sal bû ku hişkayî hebû, lê berfa van çend rojan hinekî zerara wê qerebû kir. Ez hêvî dikim ku bi vê berfê kaniya me zindî bibin."
Welatiyê din Qadir Mêhdîzade jî destnîşan kir, wan çaverêya berfeke weha nedikir û got: "Xelk gelekî dilgiran bû ji ber hişkayiyê, lê niha her kes bi vê dîmenê şad e." Welatî Kamîl Eskenderî jî hêvî xwest ku barîn berdewam be da ku bendav û kaniyên herêmê tije bibin.
Tevî kêfxweşiya wê jî, berfa zêde rêyên hatûçûnê girtin û bû sedema rûdanên metirsîdar. Pênc welatiyên ji bajarê Şinoyê, ku dema ji Başûrê Kurdistanê vedigeriyan Rojhilat, li çiyayên Kelaşînê di nav bager û berfê de winda bûn.
Piştî ku çend rojan ti agahî ji wan nehat wergirtin, îro wan welatiyan nûçeya saxlemiya xwe gihandin malbatên xwe. Hat ragihandin ku ew her pênc kes li Geliyê Gaderê di nava şikeftekê de xwe veşartine û ji ber berfa zêde nikarin ji cihê xwe derkevin. Malbat û nêzikên van kesan daxwaz ji tîmên hawarçûnê dikin ku bilez xwe bigihînin wan û wan ji wê rewşa dijwar rizgar bikin.