Li Swîsreyê şahiya sersalê bû şîn: Di teqînekê de 40 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê geştyarî yê Crans-Montana ya li çiyayên Alpê yên Swîsreyê, di dema pîrozbahiyên sersalê de teqîneke mezin qewimî. Li gorî zanyariyên nefermî, nêzîkî 40 kes hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne.
Bûyer îro Pênşemê, 1ê Çileya 2026an saet di 01:30’ê li gorî dema herêmî, di hundirê barê navdar ê bi navê "Le Constellation"ê de rû da. Ji ber ku şeva sersalê bû û gelek geştyar û niştecihên herêmê ji bo şahiyê li wir civiyabûn, bar pir qerebalix bû. Ev qerebalixî bû sedem ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Her çend saziyên fermî yên polîs heya niha amarên dawî piştrast nekirine, lê rojnameya "Le Nouvelliste" li ser zarê çavkaniyeke ku nexwestiye navê wê were aşkerekirin, ragihand ku nêzîkî 40 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî gihîştiye 100 kesî.
Polîs: Sedema teqînê ne diyar e
Berdevkê Polîsê Kantona Valaisê Gaetan Lathion ji ajansa AFP’ê re ragihand: "Teqînek qewimî ye, lê heya niha sedema wê nayê zanîn." Lathion piştrast kir ku gelek mirî û birîndar hene, lê diyar kir ku ji ber ku operasyonên rizgarkirinê di nava wêraneyan de berdewam dikin, ew nikarin hejmareke tam bidin.
Bajarokê Crans-Montana ku li çiyayên Alpê ye, di asta cîhanî de wekî navendeke giring a skî û geştyariya zivistanê tê naskirin û her sal di vê werzê de bi hezaran geştyarên biyanî serdana wê dikin.