Polîtburoya PDK’ê li ser posta Serokkomarê Iraqê dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya PDK’ê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî dicive, da ku çarenivîsa posta Serokkomarê Iraqê, avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên bi Bexdayê re gotûbêj bike.
Jêderekî bilind ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 1ê Çileyê ji Kurdistan24ê re ragihand Polîtburoya PDKê roja 3ê Çileyê bi serperştiya Serok Mesûd Barzanî û bi amadebûna cîgirên serok, dicive
Mijarên sereke yên civînê
Di vê civîna girîng de, ku yekemîn civîna PDK’ê ye piştî destpêkirina xula şeşemîn a Parlamentoyaa Iraqê, ev mijarên li jêr dê werin nirxandin:
1- Posta Serokkomarê Iraqê.
2- Encamên Hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê.
3- Avakirina Hikûmeta Nû: Pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û ya federal a li Bexdayê.
4- Têkiliyên Hewlêr û Bexdayê: Çareserkirina kêşeyên di navbera her du hikûmetan de.
5- Rewşa Herêmî: Guherînên li Iraqê û navçeyê bi giştî.
Heman jêderî destnîşan kir, heya niha ne diyar e ku PDK dê ji bo posta Serokkomarê Iraqê berbijarekî pêşkêş bike yan na. Tê payîn ku ev mijar û çendîn pirsên din ên stratejîk di civîna roja Şemiyê de werin yekalîkirin.
Piştî ku Parlamena Iraqê di rojên 29 û 30ê Berçileya 2025an de Heybet Helbûsî wekî serok, Ednan Feyhan û Ferhad Etrûşî jî wekî cîgir hilbijartin, li gorî Madeya 72an a Destûrê, 30 roj dem li pêşiya parlamentoyê heye ku Serokkomarê nû hilbijêre.
Piştî hilbijartina serokkomar, ew ê wekî erkê xwe ya destûrî, berbijarê mezintirîn fraksiyona parlamentoyê (ku para pêkhateya Şîe ye) ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal raspêre.