Li Tirkiyeyê bihayê benzîn û mazotê zêde bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê bi guherandina rêjeya Baca Xerckirina Taybet (ÖTV), bihayê benzîn, mazot û gaza sirûştî careke din hat bilindkirin.

Biryara zêdekirina Baca Xerckirina Taybet (ÖTV) ya li ser berhemên sotemeniyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket warê cîbicîkirinê. Bi vê biryarê re, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê lîtreya sotemeniyê bi awayekî berçav guherî.

Amarên Zamê:

Li gorî biryara nû, mîqdara baca li ser sotemeniyê bi vî awayî zêde bûye:

- Benzîn: Serê lîtreyekê 1 lîre û 16 kurîş zam hat.

- Mazot (Dizel): Serê lîtreyekê 1 lîre û 8 kurîş zam hat.

- Gaza Siruştî: Bihayê wê 50 kurîş hat zêdekirin.

Bandora li ser bihayê kelûpelan

Pisporên aboriyê diyar dikin ku ev zama li ser sotemeniyê dê bibe sedema pêleke nû ya bihabûnê di hemû warên jiyanê de. Ji ber ku lêçûna veguhastinê zêde dibe, tê çaverêkirin ku di rojên pêş de bihayê xurek, kinc û hemû kelûpelên din ên bingehîn jî bilind bibe.