Ragihandina Parêzgeha Hewlêrê: Di sersalê de pêşwaziya 88 hezar geştyaran hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Ragihandinê ya Parêzgeha Hewlêrê îro (Şemî, 03.01.2026) di ragihandinekê de amarên bêhnvedana serê sala 2026ê belav kirin.

Li gorî wê ragihandinê, "Plana pêşwazîkirina sala nû ji 25ê Berçileya 2025ê heta 1ê Çileya 2026ê berdewam kir û hemî amadekarî ji bo parastina aramî û ewlehiya bajar û silametiya canê welatî û geştiyaran bi rengekê serkeftî hatin bicîhanîn.”

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Parêzgeha Hewlêrê eşkere jî kir ku, di dema bêhnvedanan de, parêzgeha Hewlêrê pêşwaziya 88 hezar û 341 geştiyaran kiriye, ku bi rêya xalên kontrolê hatine nav bajar û deverên geştiyariyê. Birêvebiriya Giştî ya Geştiyariyê ya Hewlêrê çend komîteyên taybet ji bo çavdêrî û pêşkêşkirina xizmetan li cîhên geştiyariyê, hotel û xwaringehan ava kiribûn.

Rewşa ewlehî û trafîkê

Di warê ewlehiyê de, planên Polîs û Asayîşa Hewlêrê bi rengekê serkeftî hatine bicîhanîn. Polîsên Hewlêrê got ku, ji tevahiya 86 doz û tawanên cuda cuda, 85 doz hatine eşkerekirin û tenê yek tawan di bin vekolanê de ye.

Di ferheqa trafîkê de jî amaje hat dan ku, "Ji Birêvebiriya Trafîkê ya Hewlêrê, 113 efser û 937 karmendan li ser kar bûn. Mixabin, ji ber pabendnebûna bi qanûnan û ajotina bilez 17 bûyerên trafîkê çê bûn, ku di encamê de kesek mir û neh kes jî birîndar bûn.”

Tîmên xizmetê di tevahiya bêhnvedanan de li ser kar bûn

- Tendurustî: Nexweşxaneyên parêzgeha Hewlêrê pêşwaziya pênc hezar 486 nexweşan kriiye û 502 operasyon hatine kirin. Herwesa 294 zarok bûne (127 kur û 156 keç).

- Berevaniya Sivîl: Tenê yek bûyera şewatê hatiye tomarkirin, ku tenê zirarên madî hebûn û tu zirarên canî nebûn.

- Şaredarî û Parastina Jîngehê: Tenê di şeva sersalê de, 30 tonên bermahî û gilêş ji cihên giştî hatine komkirin. Di dema sala borî de, li bajar zêdetir ji 128 hezar daran û 106 hezar gulan hatine çandin.

- Rê û Avedankirin: Ji ber pêla berf û baranan, tîman bi 72 amûrên cuda cuda, yek hezar û 100 kîlometreyên rêyên sereke vekirin û 180 tonên xwê ji bo helandina berfê bi kar anîn.

Festîval û rêjeya barîna baranê

Ji bo pêşwazîkirina sala nû, li cihên navdar ên Hewlêrê yên wekî Parka Şanederê û navenda bajar çend festîval û ahengên malbatî hatin lidarxistin, ku baş bû bê bûyerên nexwestî bi dawî bûn.

Wê ragihandinê herwesa amaje da rêjeya berçav a barîna baranê ya îsal, ku heta niha gihîştiye 230.6 mm, ku par di eynî demê de tenê 43 mm ên baranê barîbûn. Ev jî nîşan dide ku, rêkarên berê ji bo rêgirtina li lehiyan serketî bûn.