Heleb: Parêzerekî Kurd li bajarokê Til Hasilê hat revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komên çekdar ên Sûriyeyê, li bajarokê Til Hasilê yê ser bi Helebê ve, bi ser mala parêzerê Kurd Aladîn Xalid Kalo de girtin û ew ber bi cihekî nediyar ve revandin.

Li gorî zanyariyan, komên çekdar ên ku di bin fermana Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê de ne, şeva borî 3ê Çileyê parêzerê Kurd Aladîn Kalo li bajarokê Til Hasilê yê kurdnişîn ê ser bi parêzgeha Helebê ve, revandin. Heta niha tu agahî derbarê sedema girtina wî û cihê ku lê tê ragirtin de nehatine dayîn.

Malbata parêzer Kalo nîgeraniya xwe ya kûr li ser jiyana wî anî ziman û aşkere kir, Aladîn nexweş e û pêdiviya wî bi çavdêriya bijîşkî û dermanên rojane heye. 

Malbatê Herwiha bang li rêxistinên mafên mirovan û aliyên peywendîdar kir ku bi lez destêwerdanê bikin, da ku çarenivîsa wî were aşkerekirin û ji ber rewşa wî ya tenduristiyê tavilê were azadkirin.

Ji aliyekî din ve, Navenda Lêkolîn a ji bo Lêkolîn û Vekolînên Hiqûqî bi daxuyaniyekê ev revandin bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku ev kiryar binpêkirina eşkere ya qanûnên navdewletî û mafên kesîn e. 

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: "Revandina parêzerekî ku karê wî parastina mafan e, êrişeke rasterast e li ser bingehê dadweriyê û serweriya qanûnê."

Navenda Lêkolîn, dewleta Tirkiyeyê wekî hêza desthilatdar a li herêmê û herwiha rêveberiya niha ya Sûriyeyê bi serokatiya Ehmed Şera ji ewlehiya jiyana parêzer Kalo berpirsiyar dît. 

Herwiha navendê daxwaz kir ku hemû navendên girtinê yên neyasayî werin girtin û kiryarên "windakirina bi darê zorê" li Bakurê Sûriyeyê werin rawestandin.