HSDê 4 çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, wan bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Reqayê ji hev xistiye û 4 endamên wê girtine.
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê Îro 3ê Çileyê bi daxuyaniyekê encamên operasyoneke nû ya ewlehiyê aşkere kir. Li gorî daxuyaniyê, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên ser bi HSD’ê ve, bi koordînasyona hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li navenda bajarê Reqayê operasyoneke serkeftî pêk anîn.
HSD’ê destnîşan kir, di encama biserdegirtina veşartgeha şaneyê de, 4 endamên DAIŞ’ê hatin girtin. Herwiha hate ragihandin ku di operasyonê de ti ziyan negihîştiye sivîlan û şervanan. Di heman demê de, hejmarek çek û amûrên ragihandinê yên ku çeteyan ji bo çalakiyên terorî bikar dianîn, hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, di lêpirsînên destpêkê de her çar çeteyan li ser sûcên xwe li xwer mikur hatine. Wan li dijî xal û baregehên leşkerî yên HSD’ê agahiyên îstîxbaratî kom dikirin û amadekariya êrişan dikirin. Herwiha hat diyarkirin ku van kesan rasterast bi serkêşên DAIŞ’ê re di nav pêwendiyê de bûn û agahî ji wan re dişandin.
HSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku têkoşîna wan a li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi biryardarî berdewam dike.