Mûşekek li nêzîkî Firokexaneya Leşkerî ya Mezzeyê ya Şamê ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê ragihand, mûşekek li nêzîkî Firokexaneya Leşkerî ya Mezze ya li paytexta Sûriyeyê Şamê ketiye.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê "SANA" li ser zarê jêderekî ewlehiyê belav kir, îro 3ê Çileyê mûşekek li nêzîkî Firokexaneya Leşkerî ya Mezze ya li paytext Şamê ket.
Li gorî zanyariyên destpêkê, ketina vê mûşekê ti ziyanên canî yan jî yên madî li pey xwe neanîne.
Heya niha nehatiye aşkerekirin ku mûşek ji aliyê kê ve hatiye avêtin û jêdera wê "nadiyar" ma ye.