HSD: Komên çekdar ên hikumeta veguhêz li Reqayê êrişî xaleke me kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, komên çekdar ên ser bi hikumeta veguhêz ve, bi dronên xwekuj û çekên giran êrişî xaleke wan a kontrolê ya li Reqayê kirine.

Navenda Ragihandinê ya HSD’ê di daxuyaniyekê de ragihand, "Îro 3/1/2026'an, di seat 16.00 piştî nîvro de, çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê , bendeke kontrolê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Heqil El Sewra ya girêdayî bajarê Reqayê, bi 2 dronên xwekuj û çekên giran Topbaran kirin ."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama topbaranê de ziyanên madî çêbûn.