Sune serokatiya 6 heta 7 komîteyên Parlamentoya Iraqê werdigirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamenterekê Sune ragihand ku, ew dê di vê gera parlementoyê de serokatiya şeş heta heft komîteyên Parlamentoya Iraqê bikin.
Endamê Parlementoya Iraqê ji Fraksiyona Tefewiqê Feysel Îsawî îro (Yekşem, 04.012026) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, para Suneyan di komîteyên Parlamentoya Iraqê de serokatîkirina şeş heta heft komîteyan e. Herwesa ew dê postên cîgirên duyê yên serokên şeş komîteyên din jî werbigirin.
Parlamenterê navbirî herwesa got ku, hîn bi temamî ne diyar e ka ew dê kîjan komîte bin. Sedema wê yekê jî ew e ku, parvekirina wan komîteyan berevajî wan wezaretan e yên ku Suneyan wergirtine.
Ji aliyekê din ve, para Suneyan di hikûmeta Iraqê de şeş wezaret in û du ji wan wezaretan jî serwerî ne. Herwesa ew dê hejmareka deste û wekaletên wezaretan jî werbigirin.
Parvekirina serokatiya komîteyên herdemî yên Parlementoya Iraqê dê li gorî nirx û giraniya fraksiyonên siyasî û li ser bingeha lihevkirina di navbera wan de be. Di gera niha ya parlementoyê de, her wekî di gerên berê de, vê mijarê di navbera aliyan de gelek nîqaş û danûstandin çê kirine.