Parêzgarê Dihokê ji welatiyan dixwaze li canewerên bêpena bibin xwedî
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî pêleka dijwar a barîna befrê li deverên cuda cuda yên parêzgeha Dihokê, parêzgarê wî bajarî bang li welatî û dezgehên hikûmetê kir ku, alîkariya wan canewerên kûvî bikin yên ku ji ber serma û birçîbûnê hatine cihên nêzî gundan û navendên bajaran.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter îro (Yekşem, 04.01.2026) di peyamekê de tekez kir ku, divê bi dilovanî serederî bi jîngeha Kurdistanê re bê kirin.
Elî Teter herwesa got: “Li gel dapoşîna erdê bi berfê û nizmbûna pileyên germê, erkekê mirovî dikeve ser milên şêniyên parêzgeha Dihokê da ku wan canewer û teyran biparêzin ên ku êdî nikarin li çiyayan xwarinê peyda bikin.”
Navbirî bang li welatiyan û dezgehên peywendîdar kir ku, ne tenê ji nêçîrkirin û êşandina wan caneweran dûr bikevin, belkî ji bo wan bibin çavkaniyên dan û xwarinê.
Parêzgarê Dihokê ev pêşengî wekî erkekê exlaqî û olî wesif kir û amaje da ku, bedewî û nirxa rastîn a mirovan di rehm û dilovaniya li gel wan canerweran de xuya dibe yên ku nikarin xwe biparêzin.
Elî Teter daxwaz jî kir ku, hemî alî bi hev re alîkar bin da ku ev demsala dijwar derbaz bibe bêyî ku zirar bigehe çavkaniyên caneweran û xwezaya deverê.
Deverên çiyayî yên parêzgeha Dihokê bi wê yekê navdar in ku di demsala zivistanê de gelek befr lê dibare, ev jî dibe sedema wê yekê ku canewerên kûvî yên wekî bizinên kûvî û celebên cuda cuda yên teyran ji bo vedîtina xwarinê berê xwe bidin nêzîkî gundan û navendên bajaran.