Îsraîl başûrê Libnanê bombebaran dike û hişyariyê dide niştecihên wê

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îsraîlê derdora du bajarokan li başûrê Libnanê bombebaran kirin. Artêşa Îsraîlê hişyariyeke lezgîn da welatiyan ku yekser ber bi bakurê Çemê Lîtanî ve koç bikin.

Medyaya Libnanê ragihand, firokeyên şer ên Îsraîlê derdora bajarokên "Deirsiryan" û "Odeyse" yên li başûrê Libnanê kirine armanc. Ev êrîş di demekê de ne ku rageşiya leşkerî ya li ser sînor bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Hevdem bi êrîşên asmanî re, artêşa Îsraîlê hişyariyeke tund û lezgîn arasteyî niştecihên deverên başûrê Libnanê kir. Artêşê ji welatiyan daxwaz kir, ji bo parastina canê xwe, divê bi zûtirîn dem malên xwe vala bikin û ber bi bakurê Çemê Lîtanî ve biçin. 

Çemê Lîtanî ku derdora 30 kîlometreyan ji sînorê Îsraîlê dûr e, xwedî giringiyeke stratejîk e. Li gorî biryara 1701 a Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî, divê ti hêzên çekdar (ji bilî artêşa Libnanê û hêzên Neteweyên Yekgirtî) li başûrê vî çemî nebin.

Daxwaza Îsraîlê ya ji bo valakirina vê herêmê, metirsiyên destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfirehtir li başûrê Libnanê zêde kirine. Rewş li ser sînor hîn jî aloz e û her du alî di amadebaşiya herî bilind de ne.