Tirkiye: Mafê me ye em bersiva her êrîşeke dijminane bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand, welatê wî mafê xwe yê parastinê diparêze û daxwaz dike ku dawî li şerê herêmî were anîn. 

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk, di civîneke rojnamevanî de piştrast kir, duh Çarşemê mûşekeke balîstîk a ji Îranê ve hatibû avêtin, ji aliyê sîstemên NATOyê ve li asmanê Deryaya Navîn hatiye têkbirin. Herwiha tekez kir, "Tirkiye mafê xwe yê bersivdayînê li hemberî her cure helwesteke dijminane diparêze."

Zekî Akturk nûçeyên li ser torên civakî ku behsa destpêkirina pêleke koçberiya bi kom ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve dikirin, bi temamî red kirin. Akturk got: "Ti liv û tevgera neasayî li ser sînorên me nîne. Hêzên me rêkarên tund ên ewlehiyê girtine û rewş di bin kontrolê de ye."

Derbarê helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî şerê di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de, Akturk ragihand, Tirkiye daxwaz dike ev pevçûn yekser werin rawestandin. Herwiha nîgeraniya xwe anî ziman ku Îranê di êrîşên xwe de welatên sêyemîn (welatên herêmê ku ne aliyên şer in) zêdetir kirine armanc.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê çalakiya PJAKê ya li nav axa Îranê şermezar kir û diyar kir ku ev cure rêxistin ziyanê dighînin aramiya tevahiya navçeyê.