Mehabad: Jîla Kerîmî bi ta û bizmaran portreyên hunerî dihûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, hunermenda Kurd Jîla Kerîmî pêşangeheke taybet a bi hunerê "Pat û Bizmar" vekir. Di pêşangehê de portreyên hunermendên nemir û sembolên çanda Kurdî bi şêwazeke nûjen hatin nîşandan.

Li bajarê Mehabadê ji bo yekem car pêşangeheke hunerî ya bi teknîka "Pat û Bizmar" hat lidarxistin. Hunermenda ciwan a Mehabadî Jîla Kerîmî, piştî kedeke dirêj 30 tabloyên xwe yên ku bi rêya ta û bizmaran hatine çêkirin, pêşkêşî hunerhezan kir.

Di pêşangehê de portreyên hunermend û helbestvanên navdar ên Kurd ên wekî Mamoste Hêmin, Hesen Zîrek û Mihemedê Mamlê bala kesên serdana pêşangehê kirine kişandin. Jîla Kerîmî herwiha nexşên çanda Kurdewarî yên wekî "Hewrî" û sîmayên folklorîk bi vê teknîkê nexşandine.

Taybetmendiya herî balkêş a karê Kerîmî ew e ku wê hunerê "Pat û Bizmar" ligel hunerê ferşên Kurdî têkel kiriye û tabloyên bêhempa afirandine.

Hunermend Jîla Kerîmî derbarê xebata xwe de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ez nêzîkî çar sal in bi vî hunerî re mijûl dibim. Ji zarokatiya xwe ve bala min li ser hunerê bû. Ez dikarim her wêneyekî ku dixwazim li ser darê bi rêya bizmar û tayan bixemilînim. Min xwest ez di vê pêşangehê de nasnameya xwe ya Kurdî ligel vê teknîka cîhanî bînim cem hev."

Hunera "Pat û Bizmar" ku wekî String Art tê naskirin, teknîkek e ku pêwendiyeke xurt di navbera huner, endezyarî û matematîkê de ava dike. Ev huner yekem car di sedsala 19an de li Ewropayê derketiye û niha li welatên wekî Hindistan û Afrîkayê pir belav e. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî ev huner hêdî hêdî di nav ciwanan de geş dibe.

Niştecihên Mehabadê yên ku serdana pêşangehê kirin, kêfxweşiya xwe nîşan dan ku jinên Kurd di warên hunerî yên nûjen de serkeftinên mezin bi dest dixin û piştgiriya xwe ji bo hunermendên herêmî anîn ziman.